Armancên pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Helebê diyar kir ku armanca pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û armanca bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên wê, nehêlin gel û Rêber Abdullah Ocalan bigihêjin hev, ji ber ku ditirsin heke peywendiyek di navbera wan de çêbe, dê destkeftiyên din werin bidestxistin.

Armancên pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan
18 îlon, 2024   03:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Li hember nebersivandina daxwazên hevdîtinê yên parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan, Meclisa Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), daxwazên gelên herêmê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam in.

Şêniyê bi navê Henîf Îbrahîm ê ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê got: "Raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne li gorî Pergalên serdest ên cîhanê bûn, ji ber wê bi komployeke ew dîlgirtin. Niha jî di çarçoveya wê komployê de, pergala îşkence û qirkirinê li dijî wî didomînin."

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qanûnên têkildarî girtiyên siyasî binpê dike û ji bo ku derûniya wî xirab bike û ramanên wî qir bike ji 42 mehan ve cezayên dîsiplînê lê dibire.

Xelîl Mihemed ê ji heman taxê bi Îbrahîm re hemfikir bû ku dewletên komploger naxwazin ramanên wî belav bibin û hewl didin bi rêya wê, rê li pêşiya guhertinê bigirin û nehêlin gel bi Rêber Abdullah Ocalan peywendî deynin ji bo ku destkeftiyên dîtir bi dest nexin.

Leyla Silêman a ji pêkhateya Ereb bal kişand ser xaleke din a armanca pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Dixwazin vîna gelan bişikînin ku xwedî li raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketine û di jiyana xwe de pratîk kirine."

Leyla destnîşan kir ku rola neyînî ya rêxistinên mafên mirovan ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan û daxwazên wî paşguh kirine, sedemeke din a berdewamkirina vê pergalê ye û wiha domand: "Ev bêdengî, durûtî û dualiya pîvanên navneteweyî yên rêxistinan û bandora wan a neyînî rave dike."

Leyla got ew di wê baweriyê de ye ku rêxistinên navborî ji ber ku berjewendiyên wan bi desthilata Tirk re hene, guh nadin daxwazên gel. Leyla di heman demê de got dê bi tevahî rêbazan hewl bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Leyla ev li gotinên xwe zêde kir: "Em bê deng namînin. Dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên hiqûqî li dar bixin û li qadan bin. Bila bizanin ku em ê bê helwest û bertek namînin.”

(şx)

ANHA