Şêniyan bang li PDK`ê kir: Siyaset û ajantiya li dijî gelê Kurd rawestîne

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku PDK hîna siyaseta xiyanetê li dijî gelê Kurd didomîne û got ew xiyanet gihaştiye asta ajantiya li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi fedakariyên mezin hatin bidestxistin.

Şêniyan bang li PDK`ê kir: Siyaset û ajantiya li dijî gelê Kurd rawestîne
18 îlon, 2024   04:10
QAMIŞLO
EBBAS XELEF

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ajantî û girêdana xwe ya bi dewleta Tirk re didomîne. Berjewendiyên dewleta Tirk li ser tevahî astan pêk tîne. Lê gelê Kurd ji vê siyasetê ne razî ye û helwestên tund nîşan dide.

PDK`ê sedema sereke ya nelidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye ku gelê Kurd her tim banga lidaxistina wê dike.

Şêniya bi navê Roj Xelef destnîşan kir ku kiryarên PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re xiyanet derbas kiriye û ne tenê gelê Kurd lê mirovahî jî vê xiyanetê qebûl nake.

Roj wiha domand: "Loma ji Tirkiyeyê nabe. Ew dewleteke dagirker û dijminê gelê Kurd e. Divê ew li yekitiyê û parastina destkeftiyên gelê Kurd vegere û ajantî û hevkariya bi dagirkeran re rawestîne."

Şêniyê bi navê Hac Îsmaîl jî diyar kir ku xiyaneta PDK`ê ji salên 90`î ve dest pê kiriye û dewleta Tirk îtirafê pê dike û got: "PDK ji bo ku berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng biparêze, bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Her wiha dema dewleta Tirk bi êrişkirina çiyayê Kurdistanê nekarî gelê Kurd qir bike."

Hac Îsmaîl wiha domand: "PDK ne tenê bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, lê nahêle Kurd bibin yek. Di dîroka şoreşên cîhanê de gelek xiyanet çêbûye. Gelê Kurd gelek caran firsend dane PDK`ê lê dîsa ajantiya xwe didomîne. Wê siyaseta xwe û aboriya xwe radestî dagirkeran kiriye. Divê gelê Kurd kongreya neteweyî dûrî vê partiya ne nîştimanî li dar bixe."

Qedîfe Xelef jî nerazîbûna xwe ji kiryarên PDK`ê û malbata Barzanî wiha anî ziman: "Em ji wan re dibêjin, êdî gelê Kurd kiryarên we û ajantiya we qebûl nake. Dîroka we bi qetilkirina gelê Kurd dagirtî ye. Divê hûn fêm bikin ku gerîla hebûna we diparêze."

Qedîfeyê di dawiyê de got: "Gerîla piştgiriya doza gelê Kurd dike û divê PDK`ê vê siyaseta xwe ya li ser xwîna gelê Kurd dimeşîne, rawestîne."

(şx)

ANHA