57 roj e aqûbeta Silêman Ehmed ne diyar e

57 roj e aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn ku ji aliyê hêzên PDK′ê ve hatiye revandin.

57 roj e aqûbeta Silêman Ehmed ne diyar e
20 kanûn, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rojnamevan û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 57 roj e agahî nayê wergirtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin lê PDK rê nade parêzer an jî malbat wî bibîne. 

Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di Deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin û ev 57 roj e agahî jê nayên wergirtin.