ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-03-2024
Li bajarokê Baxozê yê ku 5 sal e di ser rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê re derbas bûne, projeyên binesazî û xizmetguzariyê ji sedî 40 bi dawî bûne. (BI WÊNE).
Profesor Teysîr Ebdulcebar El Alûsî hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Iraqê wekî nîşaneya rewakirina dagirkeriya Tirk a li Iraqê nirxandin û got: "Ev hevdîtin derfet dide dewleta Tirk da ku qadeke berfireh a Iraqê dagir bike." (BI WÊNE).
Li navçeya Ehdasê ya kantona Efrîn û Şehbayê pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Welîd Sabrî li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik tê oxirkirin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA