Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê

Li bajarokê Baxozê yê ku 5 sal e di ser rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê re derbas bûne, projeyên binesazî û xizmetguzariyê ji sedî 40 bi dawî bûne.

Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
Li Baxozê projeyên xizmetguzariyê
23 adar, 2024   05:09
DÊRAZOR

Di 23'yê Adara 2019'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rizgarkirina bajarokê Baxozê ku navenda herî dawî ya çeteyên DAIŞ'ê bû ragihand. Ji wê rojê de saziyên xizmetguzarî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê ji bo ji nû ve avakirina bajarokê dixebitin.

Li Baxozê xebatên di hemû qadan; xizmetguzarî, tenduristî, perwrde û çandiniyê û hwd dewam dikin û ji sedî 40 xebatên jinûve avakirinê bi dawî bûne.

RAKIRINA KAVILAN Û VEKIRINA RÊYAN

Di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de, di serî de kavil bi rûbera 50 hezar metreyên çargoşe hatin rakirin. Rê hatin vekirin û torên kanalîzasyon û avê hatin vekirin. Dîsa jî gelek rê hatin qîrkirin.

TENDURISTÎ Û ÇANDINÎ

Ji ber pêdiviya şêniyan bi tenduristiyê, navendeke tenduristiyê hat vekirin û 3 dibistanên hemû astan hatin sererastkirin.

Baxoz a nêzî çemê Firstê ye herêmeke çandiniyê ye. Şêniyên bajarokê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina swalan dikin. Li gorî gerînendetî û komîteyên çandiniyê, rûbera zeviyên çandiniyê 30 hezar donim e.

Ji bo avdana her 7 hezar donim tûrbîneke çandiniyê hatiye danîn û pêxistin. Xebatên peydakirina tûrbîneke din didomin.

QÎRKIRINA RÊYAN Û PEYDAKIRINA AVA VEXWARINÊ

Têkildarî sererastskirin û qîrkirina rêyan jî, rêya giştî ya Baxozê bi dirêjahiya 8 kîlometreyan, rêya Şaredariya Gel a ku digihîje rêya giştî bi dirêjiya hezar û 300 metreyan û paniya 4.5 metreyan hatin qîrkirin.

Komîteyên xizmetguzarî yên meclisa herêma rojhilat a Dêrazorê torên avê yên zirardîtî  bi dirêjiya 4 hezar û 300 metreyan e û 8 inch guhertin ku 22 hezar welatî sûdê jê digirin.

Torên nû avê didin taxên Tehtanî, Baxoz Xerbî, Sefafnê û Hiwêcet El Xenafra. Li kêleka van xebatan jî xebatên amadekirina stasyona avê ya Baxozê didomin ku heta niha ode û fîltre hatine bidawîkirin.

 JI SEDÎ 40 BINESAZÎ HATIYE SERERASTKIRIN

Der bare xebatên ronîkirina rêyan ku heta niha dewam dikin de,

 Komîteya Xizmetguzarî rêyên giştê yên Şeban, Şirîde, Mistewsef, Tahûne, Şêx Ehmed, Xelef, Mutlewîn û kolana Ebyed bi dirêjiya 6 hezar û 700 metreyî ronî kir. Li gor rêveberên projeyan heta niha ji sedî 40 binesaziyê Baxozê hatiye sererastkirin.

Di aliyê civakî de ji sala 2021’ê ve  jî jiyana li Baxozê asayî ye. Şênî xwe di nav komîn û meclisan de bi rêxistin dikin û  kar û barên xwe bi xwe bi rê ve dibin. Jin jî ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de rola wan hatibû paşguhkirin, êdî xwe di ava komînên xweser bi û komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya de bi rêxistin kirin  û di saziyan de cih digirin.

(mh)

ANHA