46 malbat ji kampa Erîşayê derketin

46 malbat (193 kes) ji kampa Erîşayê derketin û ber bi Dêrazorê ve bi rê ketin.

46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
46 malbat ji kampa Erîşayê derketin
29 gulan, 2025   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, îro 46 malbat (193) kes ji kampa Erîşayê ya li başûrê Hesekê derketin û ber bi warê xwe Dêrazorê ve bi rê ketin. 

Vegera bi dilxwazî a koçberên Sûriyeyê yên li kampê ber bi warê wan ve, bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampê û Neteweyên Yekbûyî de bi rê ve diçe. Ji destpêka îsal ve 10 beşên koçberan ji kampê derketin û li warên xwe vegeriyan.

Rêvebera Kampa Erîşa Selwa Ceco diyar kir ku di rojên bê de jî dê vegera dilxwazî ya koçberan dewam bike û got: "Xebatên vegera dilxwazî ya beşên din tên kirin."

(bb)

ANHA