PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike

Şandeya PYD’ê wek nûnera Sûriyeyê beşdarî Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst ên Demokratîk a li Fasê bû.

PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike
PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike
PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike
PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike
PYD di Kongreya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst de nûnertiya Sûriyeyê dike
29 gulan, 2025   15:31
RÊNAS REMO

Konferansa Yekitiya Ciwanên Sosyalîst ên Demokrat duh li paytexta Fasê Rîbatê bi beşdariya nûnerên 16 welatan dest pê kiribû. 

Şandeyeke ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a ji hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yên partiyê Silêman Ereb û hevserokên Meclisa Ciwanan Şiyar Xalo û Delîvan Reşîd pêk tê, nûnertiya Sûriyeyê di konferansê de dike. Di konferansê de li ser ezmûnan û xurtkirina hevgirtinê li hember pirsgirêkên herêmî, rola ciwanan di avakirina civakên demokratîk û pêşxistina hevgirtina navneteweyî de nîqaşên berfireh çêbûn.

Silêman Ereb der barê konferansê de agahî dan ajansa me. Silêman Ereb got: "Me di konferansê de girîngiya çandî û dîrokî ya Sûriyeyê nîqaş kir. Sûriye ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, Tirkmen û Çerkesan tîne cem hev, di aliyê çandî de welatekî dewlemend e. Ev pêkhate bi sedan salan e bi hev re dijîn û beşdarî avakirina dewleta Sûriyeyê li ser bingeheke şaristanî bûne."

Ereb anî ziman ku wan di konferansê de îşaret bi girêdana partiyê ya bi rêgezên sosyalîst a navneteweyî ve, hewldanên partiyê yên pêşkêşkirina modeleke nû ya rêveberî û jiyana siyasî li Sûriyeyê kiriye. Her wiha bal kişandine ser têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker û birêxistinkirina civakî li gorî felsefeya neteweya demokratîk.

Çav li rê ye ku di kongreyê de ji bo avakirina Sekretariya Giştî ya Yekitiya Ciwanên Sosyalîst hilbijartin pêk were ku dê rola PYD’ê de jî tê de hebe.

Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kongre di kêliyeke hestiyar de ku herêmê tê re derbas dibe, li dar dikeve û got banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah ji bo avakirina projeya neteweya demokratîk û bihêzkirina jiyana hevbeş fersendeke dîrokî ye.

(bb)