40 kamyonên din ên alîkariyê derbasî Rojava bûn

40 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn.

40 kamyonên din ên alîkariyê derbasî Rojava bûn
29 ÇILE, 2026   14:53
QAMIŞLO

Îro karwanekî din ê alîkariyê yê ku ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê ve hatine birêxistinkirin, di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.

Karwan ji 40 kamyonan pêk tê ku barê wan xurek, nivîn û cilên zarokan in û dê li mexdûrên êrişan û koçberan bên belavkirin.

Beriya niha nêzî 365 kamyonên alîkariyê û 20 tankerên mazotê di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûbûn.

(b)