4 balafirên bêmirov ên hêzên Şamê bejahiyên Helebê bombebaran kirin

SOHRʹê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê gelek herêmên li gundewarên Heleb, Idlibê û Laziqiyê topbaran kirin, heman wextî bi 4 balafirên bêmirov û xwekuj êrişî bajarê Daret Izê û Foca 111ʹan ên li bejahiyên rojavayê Helebê yên dagirkirî kirin.

4 balafirên bêmirov ên hêzên Şamê bejahiyên Helebê bombebaran kirin
19 cotmeh, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê gundê Kefernûran ê bejahiyê rojavayê Helebê, gundê Afis ê bejahiya rojhilatê Idlibê, derdora girên Kebane li bakurê Laziqiyê topbaran kirin. Heman wextî jî balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêm digerîn.

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê topbaran û êrişên dualî yên hêzên Şamê û ʹHeyet Tehrîr El Şamʹ hene.

(fr)