4 gundên Şehbayê bi obîsan tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan 4 gundên Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin, heta niha zêdetirî 100 guleyên obîsan li wan gundan ketine.

4 gundên Şehbayê bi obîsan tên topbarankirin
19 cotmeh, 2024   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji ajansa me re hatine parvekirin, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şealê, Xirbet Şealê, Teanê û Radar ên kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Heta niha bi zêdetirî 100 guleyên obîsan ev gund hatine topbarankirin.

(fr)