Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seidelah Hisên hat oxirkirin

Xelkê kantona Efrîn û Şehba cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seidelah Hisên Eyûb hat oxirkirin.

19 cotmeh, 2024   18:33
ŞEHBA

Xelkê kantona Efrîn û Şehba cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Seidelah Hisên Eyûbê yê ku di 18ʹê Cotmehê de li ser erka xwe şehîd bûbû li Goristana Şehîd Sozan Amanûs a bajarokê Fafînê oxir kir. 

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Wilo axivî û got: "Em tevahî şehîdên destanên lehengî û berxwedanê nivîsandine bi bîr tînin. Şehîd Seidelah bi doza xwe re wefedar bû. Ew ji malbateke welatparêz û xwedî dîroka têkoşînê ye."

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Efrîn û Şehba Hikmet Reşîd jî got: "Şehîd Seidelah yek ji kesên destpêkê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye. Em soz didin ku rêça şehîdan bişopînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA