33 sûcên revandin û girtinê li Efrîna dagirkirî pêk hatin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî şêniyan didomînin. Di Mijdarê de 33 bûyerên revandin û girtinê li dijî sivîlan pêk anîn. Her wiha bi sedan darên berhemdar birîn û 5 milyon û 400 hezar dolar bac li cotkarên navçeyên Şiyê û Mabatayê ferz kirin.

33 sûcên revandin û girtinê li Efrîna dagirkirî pêk hatin
4 kanûn 2023   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku li Efrîna dagirkirî di Mijdarê de gelek sûc hatine kirin.

Li gorî rêxistinê, di Mijdarê de 33 bûyerên revandin û girtinê pêk hatine. Her wiha di encama topbaran û teqînan de, 15 kes li Efrîn û Şehbayê birîndar bûne.

Rêxistinê diyar kir ku di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê de dewleta Tirk mêtingeha li navçeya Mabatayê ku bi çavdêriya Rêxistina Watan dihat çêkirin, bi dawî bûye. Her wiha mêtingeha Qeryet Besme ya li gundê Şadirê yê navçeya Şêrawayê jî firehtir kirine.

BIRÎNA DARÊN BERHEMDAR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan darên berhemdar birîn û firotin bazirganan. Her wiha bac danîn ser berhemên zeytûnan û berhemên welatiyan dizîn.

Li gorî rêxistinê, çeteyên Sultan Suleyman Şah (El Emşat) 5 milyon û 400 hezar dolar li cotkarên Kurd ên li navçeyên Şiyê û Mabatayê biriye.

Rêxistinê destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve (2018), sûcên şer tên kirin. Armanc jî guhertina demografiya herêmê û tunekirina nasnameya kurdî ye.

(şx)

ANHA