Li Dêrazorê belavkirina mazotê didome

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Dêrazorê xebatên belavkirina mazotê li ser şêniyan ji sedî 70 qedandin.

Li Dêrazorê belavkirina mazotê didome
4 kanûn 2023   11:18
DÊRAZOR

Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Reşa Heza ragihand ku heta niha li Dêrazorê ji sedî 70 mazot hatiye belavkirin û xebatên belavkirinê hîna berdewam in.

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kiriye. Buhayê her lîtreyekê 325 lîre ye.

Reşa Heza got: “Xebatên belavkirina tûpên gazê û benzînê li gorî lîsteya Nivîsgeha Daneyan û Plankirinê ya Dêrazorê bi rêya stasyonên sotemeniyê û meclisên xwecih berdewam in.”

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo mazotê 180 hezar kart çap kirine.

Reşayê wiha domand: “Gerînendetiya Sotemeniyê ya Dêrazorê, bi armanca pêşxistina kalîteya mazotê, pêşkêşkirina desteka pêwîst ji sektorên xizmetguzarî û pîşesaziyê re, hewl dide depoyên sotemeniyê li Stasyona Sadkobê ava bike. Bi rêya vê projeyê dê mazot ji stasyonên avê, kooperatîfan, kargehên pîşesazî, jenerator û firinan re li gorî para her yekê, bê peydakirin.”

(şx)

ANHA