30 hezar fatoreyên genim hatin dayîn

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navnedî ragihand ku wê li her heft kantonan 30 hezar fatoreyên genim dane.

30 hezar fatoreyên genim hatin dayîn
21 cotmeh, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayîna fatoriyên genim ên cotkaran bi dawî kir.

Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navnedê Beraa El Wasil ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser (AANES) re axivî û diyar kir  li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hezar fatoriyên kirina genim dane cotkaran.

Beraa El Wasil diyar kir ku Nivîsgeha Dirav û Dayînan,  bi rêya bernameyên medyaya dijîtal pêşwaziya giliyên cotkaran ên têkildarî dayînan fatoriyan dike. Her wiha da zanîn ku aliyên têkildarî li ser pirsgirêkê disekinin û çareser dike.

Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Navendî bi beşên xwe yên li her heft kantonan di 14ˈê Tîrmehê de dest bi dayîna fatoriyên genim ên cotkaran kiribû.

Rêveberiya Xweser buhayê kîloyeke genim bi 31 sentan diyar kiribû.

(bb)

ANHA