Navenda Metro: Di hilbijartinê de 30 binpêkirin çêbûne

Navenda Metro ragihand ku di her du rojên dengdana ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 30 binpêkirin beramberî dezgehên ragihandinê hatin pêkanîn, lê ev nebû sedema rêgirîkirina şopandina pêvajoyê.

Navenda Metro: Di hilbijartinê de 30 binpêkirin çêbûne
21 cotmeh, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 18’ê Cotmehê de li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Duh jî di danê sibehê de dengdana giştî hate lidarxistin.

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan têkildarî binpêkirinên di her du rojên dengdana taybet û dengdana giştî de beramberî rojnmavanan hatî kirin de, raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di her du rojên dengdana taybet û giştî ya dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 30 gilî hatin kirin ku ji wan 25 ji bo rêgirîkirin, 2 êrişên li ser tîmên ragihandinê û 3 êrişên elektronîk bûn.

Navenda Metro destnîşan kir ku piraniya binpêkirina di dengdana taybet de ru dan û di dengdana giştî de jî di rêjeya herî kêm de bû ku ev yekem car di dengdana giştî ya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de rudaye.

Hêjayî gotinêye ku biryare îro di saet 18:00’an de Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bi daxuyaniyek çapemeniyê encama hilbijartinê eşkere bike ku nikare were îtîrazkirin.