Li Şamê kesek bi guleyê hat kuştin

Di guleavêtina bêserûber a li taxa Tebalê ya Şamê de kesek birîndar bû, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li Şamê kesek bi guleyê hat kuştin
22 îlon, 2026   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ji ber gulebarandina bêserûber a li taxa Tebalê ya Şamê kesek birîndar bû, bi wê re jiyana xwe ji dest da. Di encamê de hejmara qurbaniyên bûyerê kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

SOHR’ê  diyar kir ku şeva berê welatiyekî guleyên bêserûber li herêma Ebû Zorî ya ber bi rêya balafirgehê de avêtin, di encamê de 5 kes di nav de 2 jin û 3 mêr birîndar bûn.

SOHR’ê destnîşan kir ku yek ji birîndaran rakirina Nexweşxaneya Muctehid a Şamê.

Li gorî SOHR’ê hejmara sûcên qetilkirinê ji destpêka 2026’an ve derketiye 377 sûcan, di encamê de 411 kes di nav de 323 mêr, 56 jin û 32 zarok hatine kuştin.

(f)