18’ê Gulanê: Roja Berxwedan û Têkoşîna Şoreşgerî ya Gelê Kurd û Tirk

18`ê Gulanê di dilê gelê Kurd û Tirk de sembola berxwedan û têkoşîna şoreşgerî ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev roj wek roja şehîdan destnîşan kir da ku bibe mîraseke dewlemend a têkoşînê.

18’ê Gulanê: Roja Berxwedan û Têkoşîna Şoreşgerî ya Gelê Kurd û Tirk
18 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
EKREM BEREKAT

Meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî girîngiyeke taybet e, di 18’ê Gulanê de, rêberê şoreşger ê Tirk Îbrahîm Kaypakkaya tevî pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên mîna Hakî Karer, Xelîl Çavgun, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmûd Zengîn û Aşref Anyik şehîd bûn.

ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA: SEMBOLA ŞOREŞ Û FEDAKARIYÊ

Îbrahîm Kapakkaya di 24`ê Nîsana 1949`an de li navçeya Sungurlu ya bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê ji dayik bûye. Artêşa Rizgariya Karker û Gundiyên Tirk (TÎKKO) damezirand û li çiyayên Dêrsimê meşa xwe ya şoreşgerî da destpêkirin. Di 24'ê Çileya 1973'yan de di pevçûneke bi artêşa Tirk de birîndar bû, di 18'ê Gulana 1973'yan de li Girtîgeha Amedê di bin îşkenceyê de şehîd bû.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” de bale dikişîne ser bandora kûr a şehadeta Kaypakkaya û rêberên din ên şoreşger û diyar dike ku ev bûyer çawa bûne sedem ku ew bikeve nava têkoşîna siyasî û gavên xwe yên destpêkê ji bo avakirina tevgera Apoyî.

HAKÎ KARER: DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA JI BO KURDISTANÊ

Di 30`ê Adara 1972`yan de pêşengê THKP-C’yê Mahîr Çayan û 9 hevalên xwe li gundê Kizildere yê girêdayî navçeya Nîksar a bajarê Tokat ê Tirkiyeyê ji aliyê artêşa dagirker ve hatin qetilkirin. Roja 31`ê Adara 1972`yan xwendekarên şoreşger li Enqereyê belavokên li dijî komkujiyê belav kirin. Di nava wan xwendekaran de Rêber Abdullah Ocalan jî hebû û dema li zanîngehê belavok belav dikirin, hat girtin. Rêber Abdullah Ocalan li girtigehê bû şahidê darvekirina Denîz Gezmîş û 2 hevalên wî. Piştî 7 mehan ji girtigehê derket û li ser pêşniyara hevalekî yê li girtîgehê li Enqereyê Hakî Karer û Kemal Pîr nas dike û her sê li heman malê dimînin. Ev naskirin û hevaltî piştre vediguhere destpêka têkoşîna şoreşgerî ya Kurdistanê.

Hakî Karer di sala 1950'yî de li navçeya Ulubey a Orduya Tirkiyeyê ji dayik bû û xwendina xwe ya seretayî û navîn li wir dewam kir. Xwendina xwe ya navîn li heman bajarî qedand, paşê derbasî Zanîngeha Enqereyê bû û bawernameya fîzîkê wergirt. Lê karê wî yê akademîk nebû asteng ku tev li xebatên şoreşgerî bibe. Di bin bandora berxwedana bi pêşengiya Denîz Gezmiş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya de dest bi têkoşînê kir.

Di payîza 1972’yan de Hakî Karer Rêber Abdullah Ocalan nas kir û bû yek ji rêhevalên wî yên herî nêz û herî zêde di bin bandora ramanê wî de bû. Di sala 1973’yan de li navçeya Dîkmen a Enqereyê di pîrozbahiya Newrozê de beşdarî civîna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bû û di damezirandina Koma Apoyî de cih girt. Her wiha bi awayekî aktîf beşdarî birêxistinkirina ciwanên şoreşger ên Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYÖD) bû. Bi vî rengî piştî derbeya 12'ê Adarê careke din ciwanên şoreşger li hev kom kirin û piştre berê xwe dan Kurdistanê û li Êlih, Agirî, Edene û Dîlokê pêşengiya têkoşîna neteweyî kir.

ŞEHADETA HAKÎ KARER Û DESTNÎŞANKIRINA 18’Ê GULANÊ WEK ROJA TÊKOŞÎNÊ

Di 18'ê Gulana 1977'an de Hakî Karer li Dîlokê ket kemînekê û şehîd bû. Xebera şehadeta wî bû sedema hêrseke mezin a şoreşgerî û hevrêyên wî sond xwar ku wê xwîna wî vala neçe. Li Kurdistanê qonaxeke nû ya gurbûna şoreşgerî dest pê kir. Di yekemîn kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di 26-27ê Mijdara 1978`an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hat lidarxistin, 18`ê Gulanê wek "Roja Şehîdan" hat ragihandin û ev meha Gulanê bû meheke rêzgirtinê ji bo kesên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye.

CIHÊ HAKÎ KARER LI BA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan der barê Hakî Karer de dibêje: "Ji dema ku şoreşa Kurdistanê fêm kir, bêyî dudilî dest ji xwendina zanîngehê berda, mîna ku nivîna xwe li ser pişta xwe hilgirtiye û berê xwe da welatekî ku heta niha qet nas nedikir. Di demekê de ku pênc qirûşên wî jî tunebûn, carinan wek karkerkî dixebitî, cil û bergên wî qetiyayî bûn, tenê carekê xwarin dixwar. ji derdora xwe re bû îlham, hemû zehmetiyan derbas dikir. "

ÇALAKIYA FEDAÎ YA ÇARAN

Piştî îlankirina PKK`ê, 12 Îlona 1980`yî artêşa Tirk derbeyek pêk anî, gelek komkujî kirin, îşkence kirin û bi sed hezaran kes girtin. Di nava kesên hatine girtin de, gelek pêşengên PKK’ê yên wekî Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik jî hebûn. Kadro û sempatîzanên PKK’ê ku li zindana Amedê li dijî hovîtiya dagirkeran berxwedana ku dê piştre reng û rêbaza têkoşînê diyar bike, bi pêş xist. Yek ji van jî çalakiya ku wekî “Şeva Çaran” tê pênasekirin e. Roja 18`ê Gulana 1982`yan Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik li Zîndana Amedê li hemberî zilm û polîtîkayên xiyanetê ferz dikin, bedena xwe da ber agir û şehîd bûn. Ji hevalên xwe yên ku xwestin agir vemirînin jî gotin “Agir geş bikin, yê ku avê pê de bike, xiyanetkar e.” Her wiha li pey xwe ev pêyam hiştibûn: “Divê ev çalakî teqez ji gel re bê vegotin. Çalakî berdewama çalakiya hevalê Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakî rast bê fêmkirin. Çalakî li hemberî xiyanet, teslîmiyet û zextê hatiye lidarxistin.”

ANHA