Xelkê Cizîrê piştgirî da encamnameya Kongreya PKK`ê

Şêniyê kantona Cizîrê piştgirî da encamên Kongreya 12`emîn a PKK`ê û destnîşan kir ku ew gavên tên avêtin bi hêviya serkeftinê ne û got “Rêbertî rêberê me ye, me rastî û xweşî jê dîtiye. Lewma em ê her bi bang û xwesteka wî re bin.”

Xelkê Cizîrê piştgirî da encamnameya Kongreya PKK`ê
18 gulan, 2025   02:35
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê der barê Kongreya 12`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û encamên wê de ji ANHA`yê re axivîn.

Mihdî Mûsa lidarxistina kongreyê li gelê Kurd û cîhanê pîroz kir, diyar kir pêkanîna kongreyê gaveke dîrokî ye û niha dem dema aştiyê û projeya biratiya gelan e û got: “Em bi vê qonaxê re ne û em bi biryarên kongreyê re ne.”

Fesla Silêman jî silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayan re şandin û da zanîn ku ew bi çavê serkeftinê li kongreya PKK`ê dinêrin û encamên wê jî bi hêviya demên serkeftî ne û wiha pê de çû: “Fikra Serokatî her dê bi me re be.”

Mustefa El Umerî jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan ked û rameke pir mezin daye, ew her bi bang, nerîn û xwesta wî re ne û wiha dom kir: “Rêbertî rêberê me ye, me rastî û xweşî jê dîtiye. Divê Rêber Apo serbest were berdan.”

Ebdulbaqî Dawê diyar kir ku ji destpêkê ve Rêber Abdullah Ocalan xwediyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e, gelê cîhanê bi bangê re ne û wiha pê de çû: “Divê niha li beramberî bangê dewleta Tirk gavan biavêje.”

Silêman Hisên diyar kir ku kongre di qonaxeke dîrokî de li dar ket û destnîşan kir ku kongre piştî ku banga Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û got: “Em vê kongreyê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ev pêvajo dê bi xwe re aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bîne. Em bawer in dê bibe qonaxeke dîrokî.”

Qedriya Xelîl jî kongreya PKK`ê li tevahî gelan pîroz kir û got: “Lidarxistina kongreyê li Rêber Abdullah Ocalan û li tevahî malbatên şehîdan pîroz dikim. Em wek gel bi rêberê xwe bawer in, dê ev banga ku ji bo aştiyê kiriye bibe aramî li her çar aliyên welêt.”

Mizgîn Lazgîn jî got: “Banga Rêber Abullah Ocalan dê bibe çareserkirna hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, bi taybet gelê li Bakurê Kurdistanê.”

Mizgîn Lezgîn destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan di demeke dîrok de bû, pê re jî lidarxista kongreya PKK`ê dê li Kurdistanê qonaxeke nû bide destpêkirin. Mizgînê di dawiyê de got kongre encama keda bi salan e ku li çiyayên Kurdistanê hate kirin û wiha lê zêde kir: “Em vê gava dîrokî li malbatên şehîdan û li şehîdên xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin di demeke nêz de rêberê me were azadkirin.”

(ekîb)

ANHA

Tirbespiyê

qamişlo