Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bîlançoeya qurbaniyên şer aşkera kir

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişa li ser nexweşxaneyê de herî kêm 471 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bîlançoeya qurbaniyên şer aşkera kir
18 cotmeh 2023   13:59

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Dr. Eşref El Qudra di civîneke çapemeniyê de bîlançoya qurbaniyên komkujiya El Mamendî aşkera kir. El Qudra got, di komkujiyê de 471 kes hatin kuştin, 314 kes birîndar bûne, rewşa 28 birîndaran giran e.

Li gorî berdevk, bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê roja Çarşemê dayî, di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 3 hezar û 478 Filîstînî mirine û 12 hezar kes birîndar bûne, ji sedî 70 jin, zarok û kesên bi temen in.