ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2023
12 cotmeh 2023   23:00

- Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve berdewam e. Welatiyan diyar kir ku her çi qas komplo li dijî wan hebin jî dê wefadarên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Mihemed bi exlaqê xwe yê bilind û mirovahiya xwe dihat naskirin. Malbata Mihemed got, ew ê rêbazên wî bişopîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedaran êrişên dewleta Tirk a dagirker wek “kiryareke tirsonak” wesif kirin û got armanca wan “kuştina fikra Rêveberiya Xweser” e û lê gel dev ji modela Rêveberiya Xweser bernade. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a sala 2019′an a li Serêkaniyê de, nûçegihanê me Seed Ehmed û nûnegihanê Çira TV  Mihemed Reşo jî di nav de  11 welatî şehîd bûn. 2 şahîdan dateyên komkujiyê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku her ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde dike, çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de û şaneyên wê yên li herêmê zêdetir dibin û hewl didin çeteyên girtî xilas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Muxalifê sûriyeyî Xiyas Neîse destnîşan kir ku dewleta Tirk şert û mercên şîdetê ya giştî û guhertinên mezin bi kar tîne da ku siyasetên xwe yên firehkirinê li Sûriyeyê berdewam bike. Neîse îşaret bi armancên dewleta Tirk kir ku parçekirina projeya nîştimanî ya Rêveberiya Xweser e. Neîse bang li tevahî sûriyeyiyan û hêzên nîştimanî kir ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin. (BI WÊNE).

- Berteka hikumeta Şamê ku qaşo garantor û berpirsa xaka Sûriyeyê ye ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengî bû.

Berteka hikumeta Şamê ku qaşo garantor û berpirsa xaka Sûriyeyê ye ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengî bû.

Kargeha Sandwich Panel li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e ku panelên îzolekirinê çêdike û hewl dide pêdiviyên herêmê bi buhayên guncaw dabîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Şehba û koçberên Efrînê şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir a li Dêrikê de li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê oxir dikin, saet 11:00′an.

-Ji bo şehîdên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir konê sersaxiyê yê navendî li bajarê Reqayê tê vedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA