​​​​​​​Siyasetmedar: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e

Siyasetmedaran êrişên dewleta Tirk a dagirker wek “kiryareke tirsonak” wesif kirin û got armanca wan “kuştina fikra Rêveberiya Xweser” e û lê gel dev ji modela Rêveberiya Xweser bernade.

​​​​​​​Siyasetmedar: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e
13 cotmeh 2023   03:55

Bertekên siyasî, civakî û çandî li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 4 Cotmehê ve dewam dikin û di êrişan de navendên stratejîk û binesazî tên hedefgirtin.

Endamê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mehmûd Bozan ê ji Reqayê li ser êrişan wiha got: “Gelo kargeha gazê yan stasyona kehrebê, yan dibsitan û nexweşxane çi zirarê bi dewleta Tirk dikin? Gelo li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere ne?"

Bozan wiha domand: "Dewleta Tirk welatî, jin û zarokan bombebaran dike û qetil dike, gelo ew li ser wê xeterî ne."

Bozan aşkera kir ku tiştê dewleta Tirk li van herêman dike destekê dide terorê û hewl dide ji nû ve DAIŞ′ê zindî bike û di dawiyê de got: "Erdogan texmîn dike bi qutkirina kehrebeyê em ê dev ji xaka xwe berdin. Lê nizane em 100 sal in bê kehrebe dijîn û ji hêmanên herî hêsan mehrûm in. Em dev ji bihosteke xaka xwe bernadin."

′JI ÊRIŞA LEŞKERÎ ZÊDETIR DIJMINATIYA SIYASÎ YE′

Endamê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Mihemed Qasim der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de wiha got: "Ev yek ji êrişa leşkerî zêdetir dijminatiya siyasî ye. Ji ber ku hedefa wê ya bingehîn qetilkirina fikra Rêveberiya Xweser û rêveberiya nenavendî ye. Ji ber ku rêveberiya nenavendî li ser bingeha xwerêvebirina gel bi xwe ye."

Qasim wiha domand: "Dijminê Tirk û Erdogan mezintirîn piştgirên terora li cîhanê ye. Herêmên MÎT′a Tirk kontrol dike, depo û baregeha mezin a terorîstan ji tevahî cîhanê ye. Ew anîn van herêman, perwerde kirin û planên wan ên terorane pêk tînin."

Qasim destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û Erdogan ji van êrişan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, koçberiyê çêke û herêmê vala bike, da ku xewnên xwe yên Osmanî pêk bînin.

ARMANC XURTKIRINA ÇETEYAN E

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got ew êriş kiryareke tirsonak in.

El Elî wiha domand: "Armanca sereke ji van êrişan rê li pêş çeteyên terorîst veke û wan xurt bike ku herêmê kontrol bikin."

‘EM NAHÊLIN GEFÊN DERVE ME LAWAZ BIKIN′

Welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîmkarî red dikin û dev ji modela Rêveberiya Xweser bernadin.

Der barê mijarê de Ehmed El Casim ê ji bajarokê Hecînê yê Dêrazorê wiha got: "Em li hember van êrişên hovane teslîm nabin, em ê amade bin ku parastina xwe û welatê xwe bikin. Em bi israr in yekitiya xwe li hember van astengiyan xurt bikin."

El Casim girîngî da xwespartina şerê gel ê şoreşgerî û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê ji bo parastina maf û ewlehiya xwe em xwe bispêrin şerê gel ê şoreşgerî. Em nahêlin gefên derve me parçe bikin an jî vîna me lawaz bikin. Em ê li hember astengiyan bi hêz bin û bi ruhî şoreşgerî têkoşîna xwe dewam bikin.”

(fr)

ANHA