Balafirên bêmirov gundekî Şêrawayê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi balafirên bêmirov welatiyên gundê Soxanekê ku zeytûnên xwe berhev dikin, hedef girtin. Di heman demê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li heman gundî hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker welatiyên gundê Soxanekê ku zeytûnên xwe berhev dikin hedef girtin, lê li gorî agahiyan tu windahî çênebûne
Girêdayî heman mijarê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li heman gundî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.
(fr)