Zêdan El Asî: Erêkirineke navneteweyî ji bo êrişên Tirkiyeyê heye

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku erêkirinek ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê heye û got: "Cîhan dê ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan li zirarê be."

Zêdan El Asî: Erêkirineke navneteweyî ji bo êrişên Tirkiyeyê heye
11 cotmeh 2023   01:43

Ji 4'ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejahî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û binesazî û qadên şêniyan dike hedef.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî êriş wekî berdewamiya plana Tirkiyeyê ya têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê de hewl dide vê projeyê di hemû qadan de têk bibe.

El Asî got, dema dewleta Tirk dît ku nikare îradeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û ya gel têk bibe berê xwe da têkbirina binesaziya herêmê û destnîşan kir ku hedefkirina binesaziya herêmê sûcekî şer li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Zêdan El Asî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çavkaniyên jiyanê têk bibe da ku gel bide koçberkirin, demografiya herêmê biguhere û di dawiyê de projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

El Asî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rewşên cîhanî li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne da ku çavnebariyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi cîh bîne û got: " Erêkirinek ji bo van êrişan ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî di serî de DYA′yê de heye. Dema ku balafirên şer ên Tirkiyeyê derbasî qada hewayî ya di bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî de dibin, wê demê bêgumana erêkirineke ji aliyê Amerîkayê ve heye."

Zêdan El Asî anî ziman ku bêdengiya civata navneteweyî li hember van êrişan dê pirsgirêkekê di xebata şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de derxe.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî hişyarî ji encamên bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişan da û wiha dawî li axafina xwe anî: "Hêzên me dê berê xwe bidin eniyên şer û li ber çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas dibin, rabin. Di encamê de dê derfeta vegerê ji çeteyên DAIŞ'ê re vebe û dê cîhan li zirarê ye."

(mh/bb)

ANHA