​​​​​​​′Tolhildan û hevgirtin soza me ye′

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, dê bi yekrêzî û tevkariya bi hêzên leşkerî re tola şehîdan hilînin.

​​​​​​​′Tolhildan û hevgirtin soza me ye′
11 cotmeh 2023   00:42

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê da.

Welatiyê bi navê Îsa Etê diyar kir ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk têkoşînê xurt bikin û tola xwîna şehîdan hilînin.

Elî El Ehmed jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike şêniyan koçber bike û wiha pê de çû: ′′Em tu carî dev ji xaka xwe bernadin. Êriş îrade û berxwedana me naşkîne.  Tiştên ku dewleta Tirk wêran kiriye, em ê bi hevgirtinê ava bikin û dê serkeftin para me be."

Welatiya bi navê Zehra Hisên jî soza xurtkirina têkoşînê ta serkeftinê da û got, ew ê bi berxwedana li ser xeta şehîdan ve girêdayî ne.

Welatiyê bi navê Xalid Ebdullah  bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê dike armanc û got, dê li hemberî êrişan bêdeng nemînin û dê tolê hilînin.

Ebduselam Ebdî durûtiya civata navneteweyî şermezar kir û got: “Em xwe naspêrin tu aliyî, em ê bi hevgirtina xwe ya bi hêzên leşekrî re herêmên xwe biparêzin.”

Mihemed El Casim ê ji Tebqayê, got, hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jêderên sererd û binerda herêmê, dibin hevkarên dewleta Tirk.

El Casim xwest qada hewayî ya herêmê were girtin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Leyla Mihemed bal kişand ku êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemwextî êrişa li dijî fakulteya leşkerî ya li Himsê pêk hat û wiha got: ′′Em tev dizanin ku êrişkarê rasteqîn dewleta Tirk a sucdar e. Dewleta Tirk armanc dike di nava bêdengiya navneteweyî de temenê aloziyê dirêj bike. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê çi bikin jî wê nikaribin îradeya me bişkîne. Em ê serkeftinê pêk bînin.′′

Leyla Mihemed  anî ziman ku êriş gihaştine astekê ku êdî nayê tehemulkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em amade ne yek li ey yekê bikevin şer ta serkeftinê li dijî faşîzma serdemê mîsoger bikin."

(mh/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ccZTcBRTcNU?si=9c3MPFidMLc9101x" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>