‘Ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe divê em têkoşînê gur bikin’
Siyasetmedar Cûliye Mehmûd û çalakvan Suhêl El Senûh got hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li gorî nirxên exlaqî tev nagerin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel têkoşînê gur bike.
![‘Ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe divê em têkoşînê gur bikin’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/181943_183843_083907_111920_084637_20200429-20190926-20190926-ocalan-yesil-gomlek-jpg190a99-image-jpg73c868-image-jpg80bfd1-image.jpg)
9`ê Cotmehê salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku 1998`an bi derxistina wî ji Sûriyeyê dest pê kir û bi revandina wî ya 15`ê Sibata 1999`an li paytexta Kenya Naîrobiyê bi dawî bû. Ji dema ku radestî dewleta Tirk hatiye kirin, di nava tecrîdeke giran de ye û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re lê hatine qedexekirin.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Cûliya Mehmûd û endamê Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl El Senûh, siyasetên hovane yên ku dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên mirovî ya li hember wan sûcan şermezar kirin.
Endama PYD`ê şaxê Reqayê Cûliya Mehmûd got: “Tecrîd bi erêkirina hêzên kapîtalîst e. Ev dehf dide dewleta Tirk ku tecrîdê girantir bike.”
Cûliya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tevahî pîvanên mafên mirovan binpê dike.
Cûliya sûcên dewleta Tirk bi metirsiyên wê yên li hember fikrên Rêber Abdullah Ocalan û serkeftina projeya wî ya demokratîk ve girê dan.
Cûliya Mehmûd ev li gotinên xwe zêde kir: “Fikra azad dewam dike û tune nabe. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina xwe û xwedîderketina li Rêveberiya Xweser ev rastî îsbat kir. Têkoşîna jinan ji bo azadiyê, delîl e ku projeya Rêber Abdullah Ocalan bi ser ketiye.”
Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl El Senûh jî got: “Tecrîd, hewldaneke dewleta Tirk e ku gelên bi fikrên Rêber Ocalan bawer in, jê dûr bixin.”
Suhêl teqezî bi mezinkirina têkoşîna gel ve kir da ku tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.
Suhêl di dawiyê de got: “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin ji bo ku fişarê li civata navneteweyî bikin û rewşa Rêber Apo aşkera bikin.”
(şx)
ANHA