Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Tevgera Jinên Ciwan ên navçeyên Dêrik û Dirbêsiyê yên Herêma Cizîrê şehîdên Hêzên Elwekariya Hundirîn ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî akademiya şehîd Nisrîn a gundê Hemzebeg de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrik û Dirbêsiyê hatin bibîranîn
10 cotmeh, 2023   18:36

Bi dehan endamên Tevgera Jinên Ciwan û şênî li pêşiya komîna şehîd Sozdar a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 29 şehîdên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî akademiya şehîd Nisrîn a gundê Hemzebeg ê bajarê Dêrikê de şehîd bûne, kom bûn.

Di serî de dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Umer got: "Şehîdên me bi payeya şehadetê ji akademiya şehîd Nisrîn derçûn, em soza şopandina rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan didin."

Çalakî bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan 29 şehîdên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku di 8'ê vê Cotmehê de li gundewarê Dêrikê şehîd bûne, bi bîr anîn.

Bi dehan endamên tevgerê û yekitiyê û sazî û meclisan li qada Sûka Navendî kom bûn û mûm pêxistin.

Li wir, daxuyaniyek ji aliyê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Elîza Hiso ve hat xwendin, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesazî û şêniyên wê ku di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn bi taybetî 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

(mh/şx)