Mexdûrên êrişên dewleta Tirk: Em malên xwe bernadin

Welatiyên ku ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker zirar dîtine, gotin: “Bila dewleta Tirk bizane ku em malên xwe bernadin.”

Mexdûrên êrişên dewleta Tirk: Em malên xwe bernadin
10 cotmeh, 2023   10:57

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Welatiyên navçeya Tirbespiyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Sîraj Nayif Mehmûd ku mala wî nêzî cihekî petrolê yê li navçeyê di êrişa li dijî wî cihî de zirar dîtibû, got: “Dema me şîv dixwar, balafirên şer li cihê petrolê da. Mala me ya axî zirar dît, em nema dikarin lê bimînin.”

Mehmûd anî ziman tiştê li hember wan tê kirin wekî “terror” bi nav kir û got: “bêdengiya navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku sûcan dijî me pêk bîne. Di vê rewşa xirab de ez nikarim maleke nû ji malbata xwe ava bikim. Eger em ava bikin jî, dê Tirkiye carek din xirab bike. Divê tevahî cîhan bizane ku Tirkiye li dijî me sûc dike.”

Sîraj Mehmûd got: “Bila Tirkiye bizane ku em ji malên xwe dernakevin.”

Mala welatiya bi navê Utûr Hisên Nedas ê li rojhilatê Tirbespiyê jî ji ber topbaranê zirar dît. Utûr diyar kir ku ev êriş hewldaneke şikandina vîna gelên herêmê ye, ji ber ku saziyên xizmetê hatin hedefgirtin.

Utûr anî ziman ku li gel qutbûna av û kehrebeyê di nava şert û mercên dijwar de dijîn û destnîşan kirk u ew çiqas di reşwên zehmet de bijîn jî, ew ê li ber xwe bidin.

(c)

ANHA