Xamineyî: Têkiliya Îranê bi operasyona Hemasê tune ye

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî got têkiliya welatî wî bi êrişa Hemasê re tune ye.

Xamineyî: Têkiliya Îranê bi operasyona Hemasê tune ye
10 cotmeh, 2023   10:35

Rêberê olî yê dewleta Îranê Elî Xamineyî îro di şahiya derçûna efserên dibistaneke leşkerî de axivî û got: “Tehran beşdarî operasyona Hemasê ya li dijî Îsraîlê nebû. Alîgirên rejîma siyonîst û hinekên din di 2-3 rojên dawîn de îdia kir ku Îran li pişt vê operasyonê ye. Ew şaş in.”

Xamineyî îdia kir ku Îsraîl di aliyê leşkerî û îstixbaratî de ketiye nav têkçûneke mezin.

(c)