Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdanek nû

 Parezerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê pêk bînin serlêdanek nû kir.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serlêdanek nû
10 cotmeh, 2023   11:06

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo  karibin bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevditine bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an heta niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin û hemû serlêdanên malbat û parêzeran bê bersiv tên hiştin.