‘Ji bo serxwebûnê divê sûriyeyî formuleke hevbeş bibînin’

Lêkolînerê Ehmed El Durzî diyar kir ku dewleta Tirk beşeke projeya hêzên rojavayî ye û bêyî erêkirina Amerîkayê nedikarî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bike.

‘Ji bo serxwebûnê divê sûriyeyî formuleke hevbeş bibînin’
10 cotmeh, 2023   10:21

Dewleta Tirk a dagirker ji 4’ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Çeteyên wê herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrişa li dijî Fakulteya Şer a Humsê de gelek windahî çêbûn.

Der barê mijarê de lêkolînerê sûriyeyî Ehmed El Durzî got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, êrişa li dijî Falkulteya Şer a Humsê, ji çarçoveya aloziya berdewam a navneteweyî ya li ser sazûmaniya pergala cîhanî dernakeve ku Amerîka dixwaze wê bi rêya dewletên asyayî yên piştevanê xwe biguherîne û navendîbûna xwe di vê pergalê de biparêze.”

El Durzî diyar kir ku dewleta Tirk beşeke projeya rojavayî ye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di NATO`yê de endama herî girîng e û got: “Beyî erêkirina Amerîkayê, nikare wisa bike ku derfetê dide wê operasyonên leşkerî yên terorîst pêk bîne, bikuje, binesaziya Cizîra Sûriyeyê birûxîne. Li beramber wê, rê dide komên tundraw ên çekdar ku wan li hember hêzên rizgariyê û hêzên ku hewl dide serxwebûna xwe ya stratejîk bi dest bixe û ji pergala hegemoya cîhanî derkeve, bi kar bîne.”

El Durzî bal kişand ser dema êrişan û got: “Her du êriş piştî serdana Esed ji bo Çînê û îmzekirina lihevkirina hevbeşiyê ya stratejîk pêk hatin. Lihevkirin ji gelek xalan pêk tê. ew xal girêdayî însiyatîfa kember û rê ye. Çîn li gor lihevkirinê, bi erêkirina Şamê dikare li berava Deryayê Spî be. Nemaze ku beriya lihevkirinê, deriyê îstîsmarkirinê li bendera Heyfayê ji ber projeya Amerîka û Îsraîlê li pêşiya Çînê hate girtin. Li şûna wê Hindistan ev maf girt û ev bender korîdoreke alternatîfê însiyatîfên kember û rê ye. Ji ber wê Partiya Îslamî ya Tirk hat hilbijartin da ku operasyona terorîst li Himsê pêk bîne. Li gor agahiyên ku derketine, partiyê dronên ku beriya sê mehan ji Fransayê hatine derxistin, bi kar anîn.”

El Durzî got DYA berpirsên her du operasyonan e, ji ber ku tiştek nekir dema artêşa Tirk êriş kir û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûxand li beramber wê, rê da ku operasyoneke terorîst li dijî Fakulteya  Şer a li Humsê pêk bîne. Bi wê xwest peyamekê bide Sûriyeyê ku di têkiliyên xwe yên li gel Çînê de bi pêş ve neçe.

Li gorî El Durzî, sûriyeyî rûbirûyî gelek gefan in û ev gef ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve ne, lê belê girêdayî projeya Amerîkayê ye ku berdewama projeya rojavayî ya ji dema Napolyon Bonaparte hate Misirê (sala 1798`an) li dar e. Dûre sala 1916`an bi parçekirina herêmê berdewam kir. Piştre jî sala 1920`an û paşê Peyamana Lozanê sala 1923`yan ku xizmeta gelê herêmê nake.

El Durzî got: “Mesele ne tenê sekna li hember xetereya Tirkiyeyê ye, lê belê xetereyeke mezintir heye ew jî Îsraîl e. Îsraîl, hewl dide ku Sûriye wisa wêrankirî bimîne ji bo ku derdora xwe ya herêmî ya ewle, dabîn bike. Ji sûriyeyiyan tê xwestin ku li hember van xetereyan bibin yek.”

Li gorî El Durzî, li hember van xetereyan divê formuleke hevbeş têkildarî asoyeke sûriyeyî di pêşerojê de hebe ku sûriyeyî bi rêya wê bikarin welat, azadî û serxwebûna xwe di çarçoveya pergala nû ya navneteweyî de vegerînin. Her wiha derfetê dide dewletên biçûk û navîn ku bikarin di nava ewlehiyê û îstiqrarê de li gorî rêgeza hevbeşiyê bijîn. Dûre pergaleke herêmî ya hevbeş ji bo her gelekî li gorî dîroka wî ya giştî beriya destwerdana rojavayiyan, ava bikin.

(şx)

ANHA