​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 5 welatiyên ji Kobanê şehîd bûbûn.

​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê
​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê
​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê
​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê
​​​​​​​Kurtejiyana 5 şehîdên ji Kobanê
10 cotmeh, 2023   09:08

Em kurtejiyana 5 şêniyên Kobanê yên di êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, parve dikin.

Di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî atolyeya sererastkirina erebeyan a li gundê Qesif ê Sirînê (45 km li başûrê Kobanê) de 3 welatî şehîd bûbûn.

Navên şehîdan wiha ne:

Şehîd Îsmaîl Xellê; zewicî ye, zarokên wî tune ne. Di karê paqijiyê (senkerî) de dixebite û ji gundê Saniî yê Sirînê ye.

Ebdurehîm Hecî; ji gundê Şehîdan ê başûrê Sirînê ye, bavê 6 zarokan bû û di atolyeya (werşe) sererastkirina erebeyan de karê nobetdariyê dikir.

Ebdurehîm Nesan, ji navçeya Sirînê ye, zewicî ye û 7 zarokên wî hebûn, di heman atolyeyê de nobetdarî dikir.

Di heman rojê de, 2 kesên li ser motorsîklêtê li gundê Xirabişk ê Kobanê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Navên wan şehîdan wiha ne:

Gêlo Şêx (37); zewicî û 6 zarokên wî hene. Ji gundê Toqlî yê Kobanê ye û di karê avahîsaziyê de dixebitî. Birayekî wî şehîd e. Piştî şehadeta birayê xwe, Gêlo lawî wî xwedî dikir.

Huzeyfe Hiso; zewicî û 2 keç û 2 xortên wî hebûn, ji gundê Zorava yê rojavayê Kobanê ye û di karê avahîsaziyan de dixebitî.

Her pênc şehîd 7`ê Cotmehê bi merasîmên girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hatibûn oxirkirin.

Dewleta Tirk a dagirker hefteyek e bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişên hewayî û topbaranê de binesazî, saziyên jiyanî, malên şêniyan tên hedefgirtin. Di encamê de 46 welatî şehîd bûn, 52 welatiyên din birîndar bûn, zirarên madî yên mezin çêbûn.

(fr/c)

ANHA