HBDH: Berpirsê Komkujiya 10’ê Cotmehê rejîma faşîst a Tirk e

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de banga hesabpirsîna ji rejîma faşîst ya dewleta Tirk a daagirker kir.

HBDH: Berpirsê Komkujiya 10’ê Cotmehê rejîma faşîst a Tirk e
10 cotmeh, 2023   09:04

Em di salvegera Komkujiya Gar ya 10’ê Cotmehê ku di sala 2015'an de ji aliyê dewleta Tirk pêk hatibû. Berpirê komkujiyên Amed û Pirsûsê, berpirsên rast ên komkujiya Garê ya Enqereyê jî, dewleta Tirk a faşîst û DAÎŞ e.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêviya gelên me yên bindest ku li dora Şoreşa Rojava mezin bû, bayê berxwedanê ya li dora Serhildanên 6-8 Cotmehê û berxwedana Kobanê pêş ketî, berxwedanên Rêveberiya Xweser, têkoşîna antî-faşîst a ku di atmosfera polîtîk de bilind bûyî, têkoşîna demokratîk a karker-kedkaran hêza xwe ji tecrubeya têkoşînê ya kedkar, gel û jinên berxwedêr digirt û têkoşîna li dijî faşîzmê geş dikir. Evane hemû di heman demê de bûn bingehê krîza rêvebirina faşîzmê.

Dewleta faşîst ne tenê bi saziyên xwe yên ayîdê dewletê, bi her cure rêxistinên çete û kontra şer xwe rêxistin dike. Parastina rewa ya karker-kedkaran a li dijî faşîzmê maf e. Di salvegera Komkujiyê Garê ya 10’ê Cotmehê de divê karker, kedkar û jin li dijî vê hovîtiya faşîst amûrên xwe yên parastina rewa biafirînin, rêbazan pêş bixin û xwe rêxistin bikin. Serkeftin bi zêdekirina rêxistinbûn û çalakiyan pêkan e. Bi vê zanebûn û baweriyê, divê em li ser esasê mafê parastina rewa, têkoşîna edaletê veguherînin têkoşîna hesab pirsînê.

Ji bo hesab pirsîna yên ku me di Komkujiya 10’ê Cotmehê ji dest dane, di nava revên HBDH-KBDH’ê de xwe rêxistin bikin û hêrsa xwe veguherînin îradeya çalakiyê.”