Kîev: 27 dronên Rûsyayê hatin xistin

Kîevê ragihand ku wan 27 dronên biçek ên Rûsyayê xistina xwarê. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku 6 moşekên hêzên Ukraynayê xistine.

Kîev: 27 dronên Rûsyayê hatin xistin
10 cotmeh, 2023   09:14

Şerê Rûsya-Ukraynayê dewam dike. Kîevê îro bi rêya hesabê artêşê yê Telegramê ragihand ku pergalên wan ên parastina hewayî ji 36 dronên biçek ên Rûsyayê bi ser herêmên başûrê welat de şandine, wan 27 dron xistine xwarê.

Li aliyekî din rayedarên artêşa Rûsyayê jî diyar kir ku hêzên Rûsyayê 6 êrişên Ukraynayê li derdora herêma Krasny Lyman têk birine.

(c)