Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hate lidarxistin û dê 2 rojan dewam bike.

Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
7 cotmeh, 2023   10:56

Bi boneya salvegera 26′an a destpêkirina komploya navneteweyî ya di 9′ê Cotmeha 1998′an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye û di 15′ê Sibata 1999′an de dîl hate girtin, tevger û rêxistinên jinan (Tevgera Hîlala Zêrîn, Kongra Star, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Yekitiya Jinên Ciwan) çalakiya konvedanê li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar xist.

Kon li Parka Efrîn a taxê hate vedan, di roja yekemîn de şandeyên ji Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, meclis û komînên her du taxan, partiya siyasî, HPC′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dayikên bi Rêber Abdullah Ocalan re civînê beşdar bûn.

Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan di bin kon de hatin daliqandin, her wiha cihek ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan re û alavên mîrasa herêmê hate veqetandin.

Çalakî bi axaftina Kongra Star dest pê kir û dê piştre Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biaxive û dûre endama Kongra Star Fatme Hesen çîrokên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan vebêje û sînevîzyonek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan were pêşandan.

Çaverê ye ku çalakî 2 rojan heta saet 18:00′an dewam bike. Çalakî dê bi meşekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi dawî bibe.

Dê kon 48 saetan vekirî be û dê endam, tevger û rêxistinên jinan bi cilên xwe yên folklorî nobetdariyê bigirin.

(fr)

ANHA