​​​​​​​CÎK: Pêwîstê em li hemberê terora dewleta Tirk bibin yek

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bertek nîşanê êrîşên dewleta Tirk a dagierker da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo dawîkirina terora dewleta Tirk a degirker derkevin qanan.

​​​​​​​CÎK: Pêwîstê em li hemberê terora dewleta Tirk bibin yek
7 cotmeh, 2023   11:18

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûna xwe anî ziman û banga hevgirtinê li gel hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewlet û desthilatdariya Tirk hovîtiyê li gorî kevneşopiya bav û kalên xwe didomîne. Dewleta Tirk a nîjadperest ku sond xwariye Kurdan tine bike, kiryarên xwe yên îxanetkar û hovane li Rojava didomîne û bi hilweşandin û kuştina mirovan serbilind dibe. Dewleta terorîst ku bi bombekirina herêmên Başûr rehet nebû, niha jî bi bombekirina çavkaniyên jiyanî yên gelê sivîl ku li Rojava weke sûcekî şer ê navneteweyî tê naskirin û di qanûnan de tê destnîşankirin, bi bombekirina stasyonên ceyaranê, gazê, avê, çavkaniyên enerjiyê û firinên nan bi sedan balafiran re, 'qehremaniyeke' nû li 'dîroka zêde dike!

Dewletên ku li dijî vê terora hovane ya dewleta terorîst dengê xwe dernexin jî hevparê vî sûcê şer in. Tu hincetên ewlehiyê nikarin van pêkanînên hovane rewa bikin. Divê demildest ev terora dewleta Tirk a hovane ya ku di ti zagonan de hinceteke wê tune ye, bê rawestandin.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi hev re û bi tifaqê dawî li vê terorê bînin. Di destê me de ye ku em bi hêza xwe vê terorê ji holê rakin. Divê her kes li ku dibe bile bibe çawa dikare têbikoşe bila wiha têbikoşe. Divê gelê me ji bo şermezarkirin û rawestandina vê terorê ber bi qadan ve biherike, dost xwe û mirovên xwedî wijdan ji bo têkoşîna li dijî vê terorê bicivîne.

Em vê bangê li mirovahiyê û dewletên cîhanê dikin û dibêjin: Li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng mayîn, wê we li pêşberî dîrokê bixe rewşek sûcdar û dixe jî. Li hember vê dewleta terorîst a hov û zalim, ji bo misilmanên rast û dilpak erkek olî û Îslamî ye."