‘Hêzên me dikarin li her derê çalakiyan bikin’

Welatiyên Helebê diyar kir ku çalakiya fedaî ku tîmek girêdayî Tabûra Nemiran li Enqereyê kiriye ji bo dewleta Tirk sûcên xwe rawestîne hişyariyek e û got “Ev çalakî peyamek e ku hêzên me dikarin her tiştî li her derê bê tirs bikin.”

‘Hêzên me dikarin li her derê çalakiyan bikin’
4 cotmeh, 2023   02:06

Hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê berwedaneke mezin didomînin. Dewleta Tirk a dagirker çekên giran, balafirên şer û yên bêmirov di êrişên li dijî wan de bi kar tîne lê nikare berxwedana gerîlayan bişikîne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku tîmeke girêdayî Tabûra Nemiran yekşemê li dijî Gerînendetiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk çalakiyeke fedaî kiriye.

Têkildarî mijarê xelkê taxa Şêxmeqsûd a Helebê fedakariyên gerîla û berxwedana wan a li dijî dewleta Tirk a dagirker silav kir û piştgiriya xwe anî ziman.

Ehmed Nebîko piştgiriya xwe ji hêzên gerîlayan re anî ziman û wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst rojekê jî êrişên xwe nesekinandine. Bi rêya balafirên bêmirov êrişî keç û xortên me dikin û ew jî li hemberî wê tê dikoşin."

Nebîko gerîla bi hêza Kurd a rasteqîn wesif kir û wiha domand: "Yên herî rast şerê dijmin dikin, parastina gelê Kurd û 4 parçeyên Kurdistanê dikin, gerîla ne. Em ê heta dawiya canê xwe li pişta gerîlayan bin û di her gavekê de piştgiriya wan bikin.”

Li ser çalakiya fedaî ku tîmeke Tabûra Nemiran li Enqereyê‎ pêk aniye, Nebîko wiha got: "Ev çalakî ji dewleta Tirk re bersivek e ku hêzên me dikarin her tiştî li her derê bê tirs bikin, lê gerîla mîna dewleta Tirk a faşîst ji xwînrijandinê hez nake.”

′BÊYÎ GERÎLA HEBÛNA ME NÎN E′

Zeyneb Nasir êrişên li dijî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û wiha got: "Dijmin 24 saetan bi çekên giran û qedexe şerê hêzên me dike û em vê yekê red û şermezar dikin."

Zeyneb girîngî da hebûna hêzên gerîla û wiha domand: "Bêyî hêzên gerîla em Kurd tu hebûna me nîn e, wan hebûna me bi rêya şoreşa li dijî mêtingeran bi dirêjahiya salan îsbat kir. Em bi hemû hêz û enerjiya xwe li pişta wan in."

′GERÎLA Û GEL HEV TEMAM DIKIN′

Ayşe Omer fedakariya gerîla silav kir û piştgriya xwe anî ziman û wiha got: "Gerîla çiya û çek kirin rêya xwe, ji malbatên xwe bi dûr ketin ku jiyana me ewle bikin, azadiya me û azadiya Kurdistanê pêk bînin."

Ayşe wiha pê de çû: "Wek tevan em welatekî azad dixwazin, lê ev fikre li kêrî dewleta Tirk nayê, ji lew re bi hemû çekên giran êrişî hêzên me dike."

Ayşe wiha dawî li gotina xwe anî: "Gel û gerîla hev temam dikin. Ne ji gerîlayan bûya em nedigihîştin vê pêvajoyê. Ji bo Rêber Abdullah Ocalan û gerîla em li ber xwe didin."

′ÇALAKIYA HÊZÊN ME JI DEWLETA TIRK RE HIŞYARÎ YE′

Nîdal Mihemed jî wiha got: "Xem û hema dewleta Tirk hêzên gerîla têk bibe. Ji lew re di şerê xwe yê li dijî gerîlayan de sûcên hovane dike. Em li dijî van êrişan in û bê deng namînin."

Mihemed diyar kir ku hewldanên gerîla ji têkoşînê aştî û ewlehiyê belav bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêzên me ne hezvanên xwînrijndinê ne, lê faşîzma Tirk êriş dike û hêzên me parastinê dikin. Çalakiya fedaî ku hêzên me li Enqereyê pêk aniye, ji bo dewleta Tirk xwînrijandinê bisekinîne hişyariyek e."

Tîmeke Tabûra Nemiran çalakiyeke fedaî li dijî avahiya Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê di 1′ê Cotmehê de roja vekirina parlamentoya Tirkiyeyê kir. Ev çalakî ji dewleta Tirk re ku mafên mirovan bin pê dike, kiryarên dermirovî û siyasetên tecrîd li tevahî girtîgehên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne û çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne hişyariyek e.

(fr)

ANHA