Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de panelek li dar xist.

Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′
Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′
Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′
Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′
Li Tebqayê panela "Rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de′′
3 cotmeh, 2023   18:40

Panel li hola Çand û Hunerê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna bi dehan endamên meclisên ciwanan ên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê serokê meclisa Tebqa ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef ve hat kirin. El Xelef got: "Berpirsyariyeke nîştimanî ya mezin dikeve ser milê hêzên siyasî. Lazim e dengên ciwanan û daxwazên wan ên pêkanîna guhertin û vekirina têkiliyên nû û hevdîtinên di navbera nifşên kevin û nû re neyên paşguhkirin. Divê tevahî hêzên navneteweyî û xwecihî destekê bidin însiyatîf û enerjiya ciwanan û bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên sivîl û siyasî werin kirin."

Berdevka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bêrîtan Roj mijara yekemîn a panelê bi rêve bir. Bêrîtan behsa bandora modernîteya kapîtalîzmê li ciwanan û têgeha jentokrasiyê şîrove kir û got: "Tevgerên ciwanan xwedî taybetmendiyên nenavendî bû û şoreşên Ereban bi vî karektêrî bûn, rêveberên mezin tune bûn ku girse li derdora wan kom bibin û wekî sembolên tevgera şoreşê derkevin pêş. Çînên siyasî û çandî bi hemû rengên xwe bi ser neketin ku xwe wekî pêşengiya tevgera ciwanan derbixin."

Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şeza El Hisên mijara duyemîn a der barê rola ciwanan di çareseriya kirîza Sûriyeyê de bi rêve bir  û got: "Em dibînin ku piraniya organîzekerên xwepêşandanan û kesên ku paşê çek hildane ciwan bûn, ji ber wê jî ev şoreş bê ciwanan nedibû û hêviya rizgariya gelê Kurd bê ciwanan jî nedibû."

Beşdaran li ser mijarên panelê nêrînên xwe parve kir.

Di panelê de ev armanc derketin pêş, divê têkoşîn li dijî hişmendiya ku rola ciwanan di  avakirin û pêşxistina ciwanan sînordar dike were kirin, piştgiriya serhildana li Siwêdayê ya bi pêşengtiya ciwanan were kirn, têgiha parastinê li cem ciwanan werin xurtkirin û asta wan bi rêya perwerde û panelên diyalogê werin pêşxistin, rola ciwanan di biryardayînê de were xurtkirin û têgeha niştîmanparêziyê were pêşxistin.

Di dawiyê de cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bêrîtan Roj encamnameya panelê xwend.

Bêrîtan Roj got: "Bi destpêka buhara gelan re, rola ciwanan di organîzekirina xwepêşandanên azadiyê de pêşeng bû, lê piştre hêzên radîkal destwerdan di rewşa hundirîn kirine û şoreş ji bo şerekî navneteweyî hat veguhastin."

Bêrîtan Roj wiha zêde kir: "Di wan salan de ciwan ji qada siyasî hatin dûrxistin û paşguhkirin û astengî li pêşiya wan hatin derxistin, di encamê de rewş aloztir bû."

Bêrîtan Roj got, divê rola ciwanan di warê nîştimanî, avakirina civakeke saxlem a dûrî nijadperestiyê û belavkirina fikrê demokratîk û avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng de were xurtkirin.

(mh)

ANHA