‘Tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare gel bigihîne ewlehiyê’

Rewşenbîr û rûspiyên Helebê got tenê Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe û projeya neteweya demokratîk dikare gel bigihîne ewlehiyê û li hember pergalên zordest û netewperest bisekine.

‘Tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare gel bigihîne ewlehiyê’
3 cotmeh, 2023   23:35

9`ê Cotmehê salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Rêber Abdullah Ocalan di 1998`an de ji Sûriyeyê derket û dûre li paytexta Kenyayê Naîrobiyê 15`ê Tebaxa 1999`an dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Dewleta Tirk jî ji wê demê ve, tecrîdek lê ferz kiriye û ji 25`ê Adara 2021`an ve girantir kiriye.

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid got projeya Rêber Abdullah Ocalan, mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û bi endezyarê pradîgmaya neteweya demokratîk bi nav kir.

Leyla wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bi projeya xwe, mafên siyasî, çandî û civakî yên tevahî gelan li ser bingeha edalet û wekheviyê misoger kirin.”

Her wiha Leyla diyar kir projeya Rêveberiya Xweser û pergala dewletên hegemonîk tu carî nagihêjin hev û bi temamî ji hev cuda ne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Projeya Rêbertî ne li gorî projeya dewletên hegemon e. Ji ber wê, komployeke navneteweyî ya mezin bi tevlêbûna hêzên mezin li dijî wî kirin.”

Leyla, bal kişand ser cudabûna her du projeyan û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi ramana xwe banga yekkirina gelan dike. Lê belê projeyên dewletên hegemon li ser parçekirina gelan ava dibin. Ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û gelan e. Tecrîd jî yek ji rêbazên çewisandinê ku armanca wê, tunekirina projeya neteweyî û înkarkirina gelê Kurd e.”

HEWLDANÊN SEPANDINA EWLEHIYÊ

Leyla tecrubeya Rêber Abdullah Ocalan bi tecrubeya Mahatma Gandî şibihand dema banga netundiyê li hember hêza mêtinger Brîtanyayê kir û dawiyê daxwaza gelê xwe anî cih û wiha pê de çû: “Rêbertî jî mîna Gandî dike, gelek caran banga agirbestê kir.”

Leyla gotineke Mahatma Gandî bi bîr xist ku dibêje: “Dê we paşguh bikin dûre şerê we bikin piştî wê hewl bidin we bikujin, piştre diyalogê bi we re bikin, dawiyê paşde vekişîn û em dê mîna lehengan biserkevin.” Leyla ev gotin, bi rewşa gelê Kurd ve girêda û got: “Em dê azadiya gelê Kurd û tevahî gelan bi saya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

Dawiyê Leyla teqezî bi pêkanîna yekitiyê di vê pêvajoyê de kir û got: “Divê em bibin yek, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

‘RAMANÊN WÎ DIKARIN PERGALÊN ZORDEST TÊK BIBIN’

Endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê Elî El Hesen bûyerên komployê bi bîr xistin û got: “Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de û ji ber zexta dewleta Tirk û koordîneya îstîxbarata navneteweyî ji Sûriyeyê derket. Tu dewletek mafê penabertiya siyasî nedayê heta ku li Kenyayê dîl hate girtin.”

El Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêber Abdullah Ocalan, rêberekî navneteweyî ye, xwedî ramaneke azad û demokratîk e. Ne tenê Rêberê gelê Kurd e lê belê Rêberê tevahî gelên herêmê ye.”

Der barê armancên girankirina tecrîdê de El Hesen got: “Piştî derbasbûna 24 salan li ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdeke giran li ser hatiye ferzkirin ji bo ku ramana wî negihêje gelan. Ev raman, ji bo têkbirina pergalên zordest ên dîktator û netewperest çekê yekane ye.”

‘SEROKÊ KU KEŞTIYÊ BER BI BERAVÊ VE DIBE’

El Hesen îşaret pê kir ku ji ber vê, dewleta Tirk a dagirker tecrîdê lê ferz dike û got: “Lê belê Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedan, sebir û îsrara xwe, ramana xwe gihand tevahî gelên Rojhilata Navîn. Îro jî em berhemên vê projeyê, projeya neteweya demokratîk berhev dikin. Biratî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de bê cudabûn, yek jê ye. Hemû di bin siya vê projeyê de bira ne.”

El Hesen di dawiyê de teqezî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em hêvî dikin ku Rêber Ocalan di nav gelê xwe de be, serkêşiya keştiyê bike û wê bigihîne ewlehiyê. JI ber ku serokê yekane ye ku dikare vê serkêşiya vê keştiyê bike.”

(şx)

ANHA