​​​​​​​Li Muzexaneya Reqayê odeya çanda gelan

Rewşenbîr û dîroknasên Reqayê li nava Muzexaneya Bajar Odeya Çanda Gelan vekir.

​​​​​​​Li Muzexaneya Reqayê odeya çanda gelan
2 cotmeh, 2023   04:35

Muzexaneya Reqayê ku muzexaneya herî mezin a li herêma Firatê ye, 24`ê Cotmeha 1981`an hatiye vekirin, lê avahiya wê sala 1861`an hatiye avakirin û bi rengên cuda hatiye bikaranîn.

Di avahiya muzexaneyê ku ji qatan pêk tê de, gelek berhemên dîrokî yên gel, çand û baweriyên li vî bajarî jiyan kirine, hebûn.

Lê dema komên çeteyan êrîşî bajar kirin û herî dawiyê jî DAIŞ’ê dagir kiribû, muzexane hate talankirin.

Piştî rizgarkirina bajar û saziyên rêveberiya xweser hatin avakirin, yek ji mijarên ku girîngî hatiye dayîn jî berhemên dîrokî û muzexane bû. Di bin sîwaneya Meclîsa Sivîl a Reqayê de Ofîsa Şûnwaran hat avakirin. Ofîsê ji bo sererastkirina muzexaneyê û komkirina berhemên dîrokî kar dan meşandin.

Di çarçoveya xebatan de komek rewşenbîr û dîroknasên herêmê jî kar meşandin û berhemên bidest xistine diyarî muzexaneyê kirin.

Koma rewşenbîran ku xwe wekî Koma Dostên Muzexaneyê binav dikin, li gel Ofîsa Şûnwaran li muzaxenayê Odeya Çanda Gelan vekir.

Berhemên hatine komkirin ên wekî kelûpelên malan, amûrên pijandinê, amadekirina qehweya erebî, xalîçe, betanî, xalîçeyên ji darên papîrusê hatine çêkirin, firaxên ji baqir (sifir) hatine çêkirin, cihêza zewacê, wêneyên berê yên Reqayê û şûnwarên dîrokî li odeyê hatin bicîhkirin.

Berpirsa Nivîsgeha Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Wîsam El Başa destnîşan kir ku Odeya Çanda Gelan berê jî hebû, lê çeteyan ew talan kiribû, lewma ji nû ve hatiye avakirin.

Wîsam destnîşan kir ku berhemên hatine komkirin, li odeyê li gorî cureyên wan hatine bicîhkirin û dixwazin bi vê yekê muzexaneyê dewlemend bikin.

(şx)

ANHA