Li Qamişloyê bikarhêner û bazirganekî hişbirê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikarhêner û bazirganekî hişbirê li Qamişloyê girt.

Li Qamişloyê bikarhêner û bazirganekî hişbirê hate girtin
29 îlon 2023   13:12

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtina bikarhêner û bazirganekî hişbirê li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"25′ê Îlonê hêzên me yên dijî madeyên hişbirê kesekî ku di mala xwe de hişbir çandibû binçav kir.

Piştî ku ji hêzên li dijî Madeyên Hişbirê agahî hatin piştrastkirin ku kesekî li taxeke bajêr di mala xwe de bi armanca bikaranîn û belavkirina heşîşê şitlên heşîşê çandine, endamên dijî madeyên Madeyên Hişbir yekser lêkolîn û lêgerîn kirin û piştî ku guman bi kesekî kirin û şopandina wî kirin û destwerdana wî piştrast kirin, hêzên me avêtin ser mala wî û ew binçav kirin, di serdegirtinê de ev tişt hat dîtin:

- Du şitlên heşîşê ku di malê de hatine çandin

- Damanceyek 7/mm a guhertî ku bi kar nayê

Her wiha hêzên me bang li hemwelatiyên xwe dikin ku ji bo rakirina vê nexwaşiyê û paqijkirina civaka me ji xetereya wê, bi lez û bez bikarhênerên hişbirê û bazirganên wê ji me re ragihînin."

(fr)