Xelkê Siwêdayê banga guherînê dike

Bi sedan şêniyên Siwêdayê li Qada Seyr a bajêr xwepêşandan li dar xist û banga pêkanîna guhartina siyasî û aborî kir.

Xelkê Siwêdayê banga guherînê dike
29 îlon, 2023   12:24

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku bi sedan şêniyên Siwêdayê vê sibehê berê xwe da Qada Seyr a li bajêr û got heta daxwazên wan pêk neyên ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin.

Xwepêşandêran banga “hilweşandina rejîmê” û “azadî û pêkanîna biryara 2254′an” kir. Her wiha xwepêşandêran banga guhartina siyasî û aborî kir.

40 roj e xelkê Siwêdayê bi beşdariyeke girseyî ya jinan xwepêşandanan li dar dixe.

(fr)