Polîsên Tirk belavkareke Yenî Yaşamê destgîr kir

Polîsên dewleta Tirk a dagirker belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dêrsimê destgîr kir.

Polîsên Tirk belavkareke Yenî Yaşamê destgîr kir
29 îlon, 2023   11:41

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt dema li taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Polîsan têkildarî destgîrkirinê tu sedem nîşan nedan.

Di dema destgîrkirina Bozkurt de parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî helwesta polîsan da û hewl da polîs Bozkurt destgîr nekin. Ayten Kordu li ser mijarê got: “Der heqê rojnameyê de biryara komkirinê nîn e. Ji bo şexsê jî tu biryareke destgîrkirinê nîn e. Hûn bi kîjan sedemê destgîr dikin?”

Piştî ku Azîme Bozkurt hate destgîrkirin, bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û birin navenda polîsan.