Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin. 

Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin
29 îlon, 2023   11:32

Azîme Bozkurt dema li Taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Têkildarî rojnameyê tu biryarên komkirinê nînin lê dîsa jî polîsan dest danîn ser rojnameyên Bozkurt. 

Polîsan di  têkildarî binçavkirinê de tu sedem nîşan nedan. Hat zanîn ku di dema binçavkirina Bozkurt de Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî  polîsan dan û hewl dan ku polîs Bozkurt binçav nekin.

Ayten Kordu balkişand li ser binçevkirina Azîme û got:“Derheqê rojnameyê de biryara komkirinê nîne. Ji bo şexsê jî tu biryareke binçavkirinê nîne. Hûn bi kîjan sedemê binçav dikin?”

Lê tevê hemû nerazîbûnan jî Bozkurt  ji hêla  polîsan ve hate binçavkirin.  bi darê zorê li wesayîtê hate siwarkirin. Bozkurt, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.