Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist. Di civînê de rûdanên dawîn ên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
Rêveberiya Xweser û rûspî Ii hev kom bûn
29 îlon, 2023   11:13

Li Meclisa Navçeya Sirînê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji rûspiyên eşîran re civînek li dar xist.

Di civînê de serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa axivî. Hec Îsa got: "Gelek zordarî li ser me çêbû. Lê îro ji bo sererastkirina rêveçûnê em li pêşberî derfeteke dîrokî ne, ev bi vîna gelan pêkan e. Tevahî kesên berê xwe da herêmên me, ne ji bo me hatine, lê ji bo berjewendiyên xwe hatine."

Civîn bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin krîza Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 12′yan dibe, lê tu nîşaneyên çareserkirina wê ji ber destwerdanên navnetweyî, serhişkiya rejîma Sûriyeyê û ragihandina wê ya çareserkirina leşkerî bêyî Ii tu çareyên aştiyane bigere, tune ne.

Rûspiyan di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku îflaskirina muxalefetê ku pişta xwe dida ajandeyên herêmî yên derve û xwe spartinên çanda şer û kuştin ji rejîma Sûriyeyê ku alozî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kiriye, ne cuda ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekane çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku projeyeke neteweyî dûrî nijadperestî û etnîkî ye.

Rûspiyan di dawiyê de got ew rûspiyên eşîrên herêma Firatê hewldanên derxistina fitneyan red dikin û li kêlek hêzên xwe QSD′êne, ji ber ku ew hêviya gelê herêmê ne.

(fr)

ANHA