Ji malbatan serlêdana ji bo çûyîna Îmraliyê
Birayê Rêber Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.
Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Ji Rêber Abdullah Ocalan nêzî 3 sal e bi tu awayî agahî nayên wergirtin.
Parêzer ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanê dikin. Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina dawî ya parêzeran jî 7'ê Tebaxa 2019'an de bû ku 4 sal di ser re derbas bûye.