Di teqîneke Pakistanê de hejmara miriyan 50’î derbas kir

Di êrişa xwekujiyê ya li eyaleta Belûcistan a Pakistanê ya li nêzî mizgeftekê pêk hatî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 50’î derbas kir.

Di teqîneke Pakistanê de hejmara miriyan 50’î derbas kir
29 îlon 2023   08:58

Rayedarên tenduristiyê û polîsan ragihand ku roja Îniyê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat.

Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mûhammed hatin ba hev, di êrişê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 60 kesan jî birîndar bûn.

Alîkarê Mufetîşê Giştî yê Polîsan Mûnîr Ahmed daxuyanî da Reûtersê û diyar kir ku bombeya zindî bombeyên li nêzî wesayîta alîkarê mufetîş teqandine.

Hîna ti kesê ev êrişa ku li nêzî mizgefta li Mastûngê pêk hatî, ne girtiye ser xwe.

Tehrîk-e Taliban Pakistan (Tevgera Talîban Pakistan – TTP) ku ji gelek komên Sunnî pêk tê, ragihand ku ti eleqeya wan bi êrişê re tune ye.