85 hezar qerebaxî koçberî Ermenistanê bûn

Hikumeta Ermenistanê diyar kir ku ji dema êrişa Azerbaycanê ya li dijî Qerebaxê ve, zêdetirî 85 hezar kes ji Qerebaxê koçberî Ermenistanê bûne.

85 hezar qerebaxî koçberî Ermenistanê bûn
29 îlon 2023   08:31

Li gorî tora Rûsya El Yewm, hikumeta Ermenistanê ragihand ku zêdetirî 85 hezar kes ji Qerebaxê koçberî Ermenistanê bûne.

Duh serokê Qerebaxê Samvel Şahramanyan ragihandibû ku bi destpêka sala bê re tevahî saziyên hikumetê tên hilweşandin û rakirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Ermenistanê ku agahiyên xwe dispêre serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, ji ber siyaseta qirkirina etnîk ku Azerbaycan pêk tîne, koçberiya ji Qerebaxê ber bi Ermenistanê ve dewam dike.

(fr)