Kî nêrîna xwe rave bike ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin

Hikumeta Şamê siyaseta xwe ya çewisandinê û bêdengkirinê li dijî niştecihên herêmên di bin kontrola xwe de didomîne. Siyaseteke wisa dimeşîne “dîwar jî bi guh in” nahêle tu kes nêrîna xwe rave bike. Vê dawiyê gerînendeyê toreke xwecih girt, ji ber ku li ser Facebookê rewşa jiyanî rexne kiriye.

Kî nêrîna xwe rave bike ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin
28 îlon, 2023   11:26

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gerînendeyê toreke nûçeyan a xwecih û malpera “Ceble El Ula” bi rêve dibe girt, ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê, rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya paşketî rexne kir. Dûre belavok ji ser Facebookê hat birin.

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek kes girtin ku ji ber rewşa jiyanî û aborî ya paşketî bi gilî û gazinc in.

Piştî ku li ser dîwarên taxa Şamiye ya bajarokê Tehame yê Şamê nivîsên li ser dîwaran li dijî hikumetê zêde bûn, duh dewriyeyeke hevbeş a îstixbarata leşkerî û ewlehiya siyasî yên hikumeta Şamê, li bajarokê Tehame yê bakur rojavayê Şamê 3 ciwan girtin.

(şx)