Li Derneyê ji ber lehiyê 3 hezar û 893 kesan jiyana xwe ji dest da

Komîteya niştîmanî ya mafên mirovan a Lîbyayê, bîlançoya avahiyên ji ber lehiya li Derneyê xisar lê bûne û bîlançoya mexdûran jî aşkera kir. Li gor komîteyê hezar û 500 avahî zirar lê hatine û 3 hezar û 893 kes jî jiyana xwe ji dest daye. Lê komîteyê da zanîn ku ev bîlanço ne ya dawî ye.

Li Derneyê ji ber lehiyê 3 hezar û 893 kesan jiyana xwe ji dest da
28 îlon, 2023   11:23

Komîteyê bîlançoya avahiyên ji ber lehiya li Derneyê yê rojhilatê Lîbyayê xisar lê hatine, aşkera kir.

Li gor ajansa nûçeyan a Lîbyayê, komîteyê daye zanîn ku ji ber lehiyan li Derneyê hezar û 500 avahî lê hatine. 891 avahî bi temamî wêran bûne. hejmara avahiyên di bin heriyê de mane 398 e.

Desthilata Rojhilatê Lîbyayê ragihand ku wê sendoqa ji nû ve avakirina bajarê Derneyê ava kiriye û têkildarî wê dê kongreyekê 10`ê Cotmehê li dar bixe.

Hikumeta rojhilatê welêt, got wê avakirina sendoqê erê kiriye.

Hikumetê diyar kir ku dê rê li pêşiya şîrketên cîhanê veke da ku çêtirîn sêwirên ji bo xweza û erdnîgariya bajêr guncew pêşkêş bikin. Her wiha destpêkê jî bang li civata navneteweyî bi giştî kiribû da ku tev lê bibin.