Leşkerên Tirk li 2 ciwanên sûriyeyî dan

Leşkerên Tirk li sînorên nêzî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, dema 2 ciwanên sûriyeyî hewl da sînor derbas bikin, li wan da.

Leşkerên Tirk li 2 ciwanên sûriyeyî dan
28 îlon, 2023   11:31

Her du ciwanan; Elî Hisên Cendo (14) ê ji Serêkaniyê û Ezîz Hemo Naso (33) yê ji Qamişlo duh êvarê hewl da li aliyê navçeya Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Lê her du ciwan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin.

Leşkerên Tirk bi awayekî hovane li her du ciwan dan û niha ew li nexweşxaneyeke navçeyê têne dermankirin.

(şx)

ANHA